Berxwedana gelê bakurê Kurdistan a li dijî darbeya qeyûm bi biryardarî di roja 3. de jî dewam kir.
Di çalakiyan de hat gotin: “Heta ku ev biryara bêhiqûqî û qirêjî ku îradeya gelê kurd nas nake paşve neyê kişandin wê gelê Kurdistanê li ser pêya be.”
Tevî êriş û zextên polîsên dewleta tirk a mêtînger, berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li dijî darbeya qeyûm bi biryardarî didome.
Di roja 3. a çalakiyan de jî gel ji bo vegerandina şarederiyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê bi hêrsekî mezin li ser peyan bûn.
Xelkê Êlihê: Qeyûm, ji Kurdistanê bicehime
Li bajarê Êlihê, girseya gel yê ji sê milan ve li hev civiyan bi dirûşmên “Qeyûm ji Kurdistanê bicehime’ meşiyan.
Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş daxuyaniyeke kin da û got:
“Heta ku ev biryara bêhiqûqî û qirêjî ku îradeya gelê kurd nas nake paşve neyê kişandin dê gelê Kurdistanê li ser pêya be.”
Peyama Xelfetiyê: Çareserî ne qeyûm e, çareserî li Îmraliyê ye
Yek ji navênda çalakiyên şermezarkirinê li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê jî gel li qadê bû.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari jî di nav de gelek nûnerên partî, sazî û rêxistinan berê xwe dan şaredariya ku qeyûm lê hat tayînkirin
Li wir, Tuncer Bakirhan bal kişande li ser sextekarî û dekûdolabên desthilata Tirk û wiha got:
Kurd êdî ji we bawer nakin.
Zîhniyeteke we heye ku dema hûn di tengasiyê de bin serî li pêbaweran dide, xwe bi qanûnê ve girê dide û darazê jî wekî darekê-şivekî li ser me bikar tîne.”
Di çarçoveya bangên desthilatê yê qaşo ji bo destpkirina pevojek nû de jî Bakirhan got:
Heke hûn bibêjin çareserî kurd li vir in, Îmralî jî li wir e.
Heke hûn aştiyê dixwazin, dev ji tayînkirina qeyûman berdin.
Hevseroka Giştî Tulay Hatimogûllari jî anî ziman ev qeyûm darbeya siyasî û bang li her kesî kir ku li dijî vê yekê dengê xwe derxin.
Tulay Hatimogûllari got:
Divê îro em dengê xwe derxin ku sibê qeyûm neşînin ser şaredariyên din
Ji bilî dijderketina van zaliman wekî din tu rêyek me din nîne.
Piştî axaftinan, girseyê heta avahiya DEM Partiyê meş li dar xistin.
Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Hikûmet ji îradeya gelê Kurd ditirse
Her wiha li Wanê jî bi beşdariya sedan kesan li ser Cadeya Cumhuriyetê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyek pêk hat.
Çalakgerên li Cadeya Cumhuriyetê ya navçeya Rêya Armûşê hatin gel hev, li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, hikûmet ji îradeya gelê kurd ditirse.
Piştî daxuyaniyê, çalakgeran li ser cadeyê zincîra ji mirovan çêkirin.
Ji qada navneteweyî nerazîbûna li dijî darbeya qeyûm zêde dibe



