Brîtanya ragihand ku ew ê ji bo balafirên bê mirov ên nû yên êrîş û çavdêriyê 7,5 mîlyon sterlîn alîkariya leşkerî ya zêde bide Ukraynayê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê de hat diyarkirin ku wê piştgiriya leşkerî ya ji bo Ukraynayê were berfirehkirin.
Di roja hezarî ya şer de Amerîka ragihand ku 100 milyon dolarî alav û xizmetên leşkerî ji bo revêberiya Kîevê pejirandiye.
Brîtanya ragihand ku ew ê ji bo balafirên bê mirov ên nû yên êrîş û çavdêriyê 7,5 mîlyon sterlîn alîkariya leşkerî ya zêde bide Ukraynayê.
Li gor agahiyan Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey di rûniştina Parlamentoya Brîtanyayê de derbarê şerê Rûsya û Ukrayna de daxuyaniyek da.
Healey anî ziman ku divê hevkar û hevalbendên navneteweyî werin ba hev da ku piştgirîya Ukraynayê bikin û piştrast bikin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin têk diçe.
Wezîr Healey da zanîn ku ji bo balafirên bê mirov ên nû yên êrîş û çavdêriyê pere ji Ukraynayê re hatiye dayîn.
Healey diyar kir ku ev alîkarî wê bi rêya koalîsyona balafirên bêmirov ên ku welatê wî û Letonya pêşengiya wê dike were kirin û wê ji fona salane ya 3 milyar sterlîn bê girtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê de hat diyarkirin ku wê piştgiriya leşkerî ya ji bo Ukraynayê were berfirehkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev alîkariya leşkerî wê destekeke girîng bide derfetên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê yên li dijî Rûsyayê.
Amerîka 100 milyon dolar alavên leşkerî bide Ukraynayê
Di ser şerê Rûsya û Ukraynayê re hezar roj derbas bûn.
Di roja hezarî ya şer de Amerîka ragihand ku 100 milyon dolarî alav û xizmetên leşkerî ji bo revêberiya Kîevê pejirandiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi dayîna alavên leşkerî ve wê ewlekariya Ukraynayê xurtir bibe û di derbarê vê mijarê de Kongre hatiye agahdarkirin.
Bi moşekên DYA’yê yekemcar xaka Rûsyayê hate bombekirin
Li aliyê din di şerê Ûkraynayê de yekemcar bi moşekên menzîldirêj ên Amerîkayê xaka Rûsyayê hate bombekirin. Rûsyayê vê yekê piştrast kir.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî diyar kir ku Ûkraynayê bi 6 moşekên menzîldirêj ên Amerîkayê êrîş bir ser herêma Briyanskê, 5 ji wan moşekan hatin îmhakirin.
Hate ragihandin ku parçeyên moşeka şeşemîn a xisar dît, li navendeke leşkerî bû sedema şewatê.
Li hemberî ixtîmala bersivdayinê ya Rûsyayê, Amerîrkayê Sefaretxaneya Bilind a li Kîevê girt.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Bi hinceta ku agahî hatiye ku wê êrîşeke cidî ya hewayî bê kirin, Sefaretxaneya Bilind bi rengekî demkî hatiye girtin.”



