Rojane jin li seranserî cîhanê rastî tuniyê tên.
Li gorî daneyên rapora mîsyona navbra wezaretan li Fransayê rojê ji sê jinan zêdetir, tên kuştin û dawî li jiyana xwe tînin.Û li gorî daxuyaniya Yekîneya Jinên Netewên NY ku di her 10 deqeyan de jinek tê kuştin.
Tundiya li dijî jinan sal bi sal li cîhanê zêdetir dibe.
Li gorî daneyên rapora mîsyona navbra wezaretên der barê parastina jinan de (mîprof) sala 2023’an li Fransayê rojê ji sê jinan zêdetir, tên kuştin, bi hewldana kuştinê re rû bi rû tên.
Li gorî raporê sala borî;
- 93 jin hatin kuştin.
- 773 dawî li jiyana xwe anîn.
- 319 jinan jî hewl dane dawî li jiyana xwe bînin.
- Bi giştî hezar û 185 jin mexdur bûne.
Lê ev hejmar tenê kuştinên jinan yên nav malbatê dihesibîne.
Rapor li Parîsê pêşkêşî konferansekê hat kirin.
Di konferansê de hat diyarkirin ku sedema sereke di kuştinên jinan de newekheviya zayenda civakî ye.
- Di 2023’an de hêzên ewlehiyê ji ber êrîşên zayendî 3 hezar û 405 sûc qeyd kirin.
- Di 2022’an de jî tundiya zayendî li 23 hezar jinan hatiye kirin.
Yekîneya Jinên NY: Di her 10 deqeyan de jinek tê kuştin
Yekîneya Jinên Netewên Yekbûyî jî bi nêzbûna 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, raporek di 18’ê Mijdarê de weşand.
NY da zanîn ku sala 2023’an li gora salên din tundiya zayendî ji sedan 50 zêde bûye û got:
- “Di sala 2023’an de 51 hezar û 100 jin hatine kuştin, ev jî tê wateyê ku di her 10 deqeyan de jinek tê kuştin.
- Di sala 2023’an de li giştî cîhanê, ji sêyan yekê jinan di jiyana xwe de rastî tundiya fîzîkî yan jî zayendî tên.”
Di raporê de NY destnîşan kir ku zêdeyî nivê jinên hatin kuştin ji aliyê malbata xwe û mêrê pêre zewicîne , yan jî mêre hevalê wan ve hatine kuştin û got:
“Tundiya li dijî jinan tenê bi malê ve sînordar nîne, jin ji derveyî malê jî ne di ewlehiyê dene.
Bi taybet jinên siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan, rojnamevan.”



