Bajaroka Cibaliyê ya li bakurê Şerîda Xezayê bû armanca êrîşên Îsraîlê.
Di vê êrîşê de 12 kes mirin.
Her wiha balafirên şer û tankên Îsraîlê bajarê Beyt Lahiya bombebaran kir.
Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl Mahmûd Basal ragihand ku di êrîşan de heta niha 87 xebatkarên parastina sivîl mirine
Li Şerîda Xezayê êrîşên tund ên ku dibe mirina sedan sivîlan didome.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî bajaroka Cibaliya ya li bakurê Şerîda Xezayê de 12 kes mirin û 10 kes jî di bin kavilan de li benda xilaskirinê bûn.
Şahidan diyar kirin ku artêşa Îsraîlê bi balafirên şer û tankan bajarê Beyt Lahiyê bombebaraneke dijwar kiriye û Kampa Penaberan a Cibaliya û malên derdora wê hatine teqandin.
Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku cenazeyên 3 filistîniyên ku yek ji wan xebatkarê parastina sivîl bû û di êrîşa Îsraîlê ya li ser malekê li Taxa Sabra ya li başûrê Xezayê de miribûn rakirin nexweşxaneyê.
Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîl Mahmûd Basal diyar kir ku di encama êrîşa Îsraîlê ya li dijî ekîbên parastina sivîl ên ku li Taxa Sabrayê li maleke hilweşiyayî xebatên lêgerîn û xilaskirinê dimeşînin de endamek ekîbê miriye û 3 kes jî birîndar bûne.
Li Şerîda Xezayê 87 xebatkarên parastina sivîl mirin
Her wiha Mahmud Basal got:
“Îsraîl ji roja ku êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezayê dest pê kiriye heta niha 87 xebatkarên parastina sivîl mirine.”
Di êrîşa ku ji aliyê Îsraîlê ve li bajarê Refahê li başûrê Şerîda Xezayê hat kirin de Filistînîyek mir.
Ji 7’ê Cotmehê ve bîlançoya dawî yên şerê Îsraîl û Hemasê
Baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, di 7ê Cotmeha 2023’yan de bi hinceta bersivdana binpêkirinên berdewam ên li dijî Filistîniyan, bi taybetî Mescîda Eqsayê” êrîşeke berfireh li ser Îsraîlê da destpêkirin.
Îsraîlê ragihand ku di êrîşên 7’ê Cotmehê de hezar û 200 Îsraîlî mirin û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên ku ji 7’ê cotmehê vir ve ji aliyê Îsraîlê ve li ser Şerîda Xezayê hat kirin de 17 hezar û 492 jê zarok 11 hezar û 979 jin 43 hezar û 972 kes û 104 hezar û 8 kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7’ê cotmehê ve ku êrîşên wan ên li ser Şerîda Xezayê dest pê kir, 799 leşkerên wê mirine.
Li Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilat jî di destpêka şer de zêdeyî 780 Filistînî hatin kuştin.



