Artêşa Îsraîlê êrîşî çeperên leşkerên Lubnanî kir û 3 leşker kuştin.
Di heman wextê de Şêwirmendê Payebilind ê Serokê Amerîkayê Joe Biden Amos Hochstein li heremê bû, li ser agirbestê rayedarên Lubnanî re gotubêj dikir.
Li aliyê din Hizbullahê şeva borî ragihand ku çekdarên wê bi mûşekên rêberî li leşkerên Israîlî yên ku hewl didan hevalên xwe yên ku bi mûşekên bi heman rengî birîndar bûne li nêzîkî bajarokê Markaba li başûrê Lubnanê derbixin, xistin.
Di daxuyaniya duh a artêşa Libnanê de hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser yek ji çeperên wê yên li başûrê Lubnanê de 3 leşker mirin.
Di daxuyaniya Navenda Operasyona Lezgîn a Tenduristiya Gel a Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê da wiha hat gotin:
“Li gor agahiyên ewil duh di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Serafendê de 3 endamên artêşê şehîd bûn û 8 kesên sivîl jî birîndar bûn.”
Êrîşên ji aliyê Îsraîlê ve hatin kirin, di dema ku Şêwirmendê Payebilind ê Serokê Amerîkayê Joe Biden Amos Hochstein hewldanên xwe yên ji bo “çareserkirina nakokiyên” di navbera Lubnan û Îsraîlê de ji bo peymana agirbestê didomand.
Di navbera her du aliyan de, ya yekem israra Îsraîlê ye li ser parastina azadiya destwerdanê di rewşa binpêkirina biryara 1701 ya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, ku destnîşan dike ku divê herêma başûrê çemê Lîtanî ji bilî artêşa Lubnanê bê çekkirin û hêzên navneteweyî û ya duyem jî wê çavdêriya cîbicîkirina biryarê bike.
Êrîşên Îsraîlê li Lubnanê bi hezaran kes kuştin, bi kêmî ve milyonek Lubnanî ji başûrê wî welatî koçber bûn û bû sedema wêranîyeke berfireh li deverên curbicur ên welêt.
Hizbullah: Leşkerên Îsraîlî bi moşekan hatin hedefgirtin
Li aliyê din Hizbullahê şeva borî ragihand ku çekdarên wê bi mûşekên rêberî li leşkerên Israîlî yên ku hewl didan hevalên xwe yên ku bi mûşekên bi heman rengî birîndar bûne li nêzîkî bajarokê Markaba li başûrê Lubnanê derbixin, xistin û tekez kir ku ji van hêzan “kuştî û birîndar” hene.
Di daxuyaniya xwe de, koma bi piştevaniya Îranê ragihand, ku çekdarên wan bi mûşekeke rênîşander hêzeke piyade ya Israîlî kirine armanc û duyemîn hêza piyade ya Îsraîlê jî ku ji bo rizgarkirina birîndaran hatiye, hatiye xistin.



