Gelê Bakurê Kurdistanê 21 roje li dijî derbeya qeyûm li berxwe dide.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari derbeya qeyûm weke dizîna îradeya gel binav kir.
Ew dibêje: “Heta ku qeyûm dewam dike, wê nîqaşên ser aştiyê jî wateya xwe winda bikin.”
Her wekî îro jî li Dêrsîm, Şirnex û Erziromê li dijî qeyûm gel li qadan bû.
Gelê Bakurê Kurdistanê 21 roje li dijî derbeya qeyûm li berxwe dide.
Derbeya qeyûm ku li dijî şaredayiya Esenyûrta Stenbolê dest pê kir li Êlih, Xelfetî, Mêrdîn, Colemêrg, Pilûr û Dêrsimê belav bû.
Tulay Hatîmogûllari: Bi qeyûm re nîqaşên ser aştiyê wateya xwe winda dike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniyek çapemeniyê derbeya qeyûm weke dizîna îradeya gel binav kir.
Heta ku qeyûm dewam dike, wê nîqaşên ser aştiyê jî wateya xwe winda bikin.
Tiştê ku duh li Dersîmê bû, beriya wê li Êlihê bû, dema ku gel daxwaza mafê xwe dikirin nêzîkariyên ku Îsraîl ji gelê Filîstînê re dikirin li wir jî derketin holê.
Em vê tû carî qebûl nakin. Em weke DEM Partî dibêjin wê têkoşîna me ya ji bo aştiyê dewam be û em ê li dijî zihniyeta qeyûm jî têbikoşin.
Li Dêrsimê jinan li dijî xespkirina îradeyê meşek li dar xist
Platforma Jinan a Dêrsimê jî li dijî tayînkirina qeyûman li qadan bû û meşek pêk anîn.
Jinên Dêrsimê diyar kirin ku wê jin jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît betek nîşanî qeyûm da û got:
“Wê her Dêrsimî li dijî zîhniyeta Yezîd sekna xwe raber bike û rê nede wan.”
Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
Tayînkirina qeyûman li Şirnex û Erziromê jî hate protestokirin.
“Wê bi ruhê berxwedanê têkoşîna gelê Kurd bi ser bikeve û qeyûm wê biçe”
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku wê bi ruhê berxwedanê têkoşîna gelê Kurd bi ser bikeve û qeyûm wê biçe.
Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê jî bi daxuyaniyekî derbeya qeyûm ya li dijî îradeya gel red kir.



