Dewleta Tirk welatiyek şehîd kir û 3 zarok birîndar kirin
Di êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gundekî Şehbayê welatiyek şehîd û 3 zarok birîndar bûn.
Dagirkeran gundê Huriyê yê li Girê Spî bi dijwarî dan ber topan.
Taransên ceyranê yên li Til Temirê jî hatin topbaran kirin, lewra ceyran qut bû..
Tenê di topek de welatiyek şehîd û 3 zarok birîndar bûn.
Ev encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bû.
Êriş dagirkeriyê li ser gundê Helîsayê yê Kantona Efrîn û Şehbayê pêk hat.
Welatiyê Şehîd ê bi navê Mihemed Mehmûd 40 ji bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî ye.
Zarokên birîndar jî navê wan wiha ye:
Hisên Mihemed Hesen Xelef 9, Murad Mihemed Hac Mehmûd 14 û Rosêl Mihemed Xelef 13 ye.
Li gorî bijîşkan, birîna Rosel giran e.
Li tenişta vê, zirarek mezin li derodê jî bû.
Dagirkeran gundên Şêrawayê topbaran kirin
hemwextê vê li heman kantonê, êrişên dagirkeran li dijî gundên bajarokê Şêrawayê hebûn.
Gundê Aqîbe, Soxanekê û daristanê wê yên bajarokê Şêrawa bûn armanca êrişê.
Dagirker qadên sivîlan li gundê Hurisyê yê Girê Spî topbaran kirin
Ev dîmen, li gundê Huriyê yê girêdayî Girê Spî hatiye kişandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovanek êrişî gund dike.
Rasterat qadên sivîlan mal û milkên wan dike armanc.
Ji ber vê êrişê zirarê mezin li cihên ku hatin topbaran kirin, bû.
Dagirkeran li Til Temirê xetên ceyranê kirin armanc
Li Til Temirê jî êrişên dagirkeriyê hebû.
dagirkeran bi topban êrişî gundên Qibûr Qeracîne û Şêx Elî yên bakurê bajêr kirin.
Di êrişê de taransên ceyranê hatin topbaran.
Di encamê de ceyran qut bûye.
Ekîpên Navenda Ceyranê ya Til Temirê ji bo sererastkirina ziraran berê dan cihên topbaranê.



