Xelkê Kantona Reqayê cenazeyê şervanên QSDˋê şehîd Şadî Ebod li Reqayê oxir kir.
Xelkê kantona Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî berê xwe da goristana şehîdan a gundê Hikumiyê ku cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Şadî Ebod ê ku di êrişên li dijî dagirkeriya Tirk li Minbicê de şehîd bû, oxir bikin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Reqa Ebdo Ehmed sersaxî da malbata şehîd û got:
“Em di vê hestiyar de ku ji bo me ne nû û xiyaneta hundirîn heye li ser biryara xwe ya parastina xakê ne.
Em gelekî xwedî şaristaniya hezarê salan e.”
Li ser navê malbata şehîdan birayê şehîd, Fadî Ebod axivî û got:
“Em ji vî cihî de soz didin wê ku me çawa rêxistina DAIŞˋê têk bir em ê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û piştgiriyên wan jî têk bibin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.



