Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Minbic û bendava Tişrînê didin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku ruxmî agirbesta ku bi navbeynkariya navneteweyî pêk hatiye, lê çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe dewam dikin.
Navendê ragihand ku di encama bersivdana êrişên çeteyan li bajarê Minbicê de 3 çete hatin kuştin, her wiha êrişên çeteyan li Minbic û bendava Tişrînê dewam dikin.



