Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît anî ziman ku ev dem ji bo gelan dema diyarkirina çarenûsê ye û got:
“Kurd divê çeperên xwe baş biparêzin û têkoşîneke hîn xurt bimeşînin.
Li Rojava jî li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ji 7 heta 70 salî divê her kes li ber xwe bide.”
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haber TV bû û bûyerên li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.
Hêlîn Umît bi bîr xist ku li Sûriyeyê bûyer gelekî bi lez qewimîn û got:
Hêlîn Umît: Sedema bingehîn a hilweşîna Sûriyeyê nebûna demokratîk bû
“Rejîma Sûriyeyê nêzî 12 salan ji aliyê hin hêzan ve li ser piyan hate hiştin.
Eger ne ji piştgiriya derve bûya wê zûdeyî hilweşiya.
Di hilweşîna Sûriyeyê de pirsgirêka bingehîn ew bû ku xwe demokratîk nekir.
Bi etnîkên cuda, baweriyên cuda, bi komên cuda yên bi hev re dijiyan nekarî sîstemeke demokratîk ava bike.”
“Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî hêzên azadiyê”
Hêlîn Umît anî ziman ku dewleta Tirk di êrîşên li ser Kurdan de, di Şerê Qirkirinê d zêde teşhîr bû û got,
“Êrîşên li dijî şoreşa Rojava dike, eger firsendê bibîne dixwaze operasyonên dagirkeriyê bimeşîne û îlhaq bike.
Wê cografyayê, tevahiya cografya Kurdan weke qadeke belavbûna neteweperestiya Tirk dibîne.
Ev nêzîkatî hem li ser Başûrê Kurdistanê hem jî li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dike.
Bi înkarê dixwaze Kurdan bixe bin kontrola xwe.”
Hêlîn Umît: Em di demeke welê de ne ku çarenûsê diyar dike
Hêlîn Umît ji bo Rojava bal kişand ser girîngiya amadekariyên ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî û ev yek anî ziman:
“Şerê Gel ê Şoreşgerî stratejiyeke şer e ku gel bi xwe şer dike. Li Rojava jî li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ji 7 heta 70 salî divê her kes li ber xwe bide, têbikoşe, helwesteke bi vî rengî nîşan bide. Ji xwe peyamên têne dayin jî bi vî rengî ne. Di hevpeyvînên gel de yên li Rojava em vê îrade û biryardariya gelê xwe dibînin. Divê ev yek dewam bike. Bêguman divê em çeperên xwe hîn baş biparêzin. Hîn bi xurtî têbikoşin. Em di demeke welê de ne ku çarenûsê diyar dike.”



