Piştî ketina rejîma Beşar Esed, ev cara yekê ye ku Konseya Ewlehiyê civîneke vekirî li New Yorkê li dar dixe.
Di civînê de nûnerê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen peyamên der barê geşedanên siyasî û mirovî yên Sûriyeyê de, da.
Nûnerê taybet ji bo Sûriyeyê da zanîn ku krîza li Sûriyeyê hîn bi dawî nebûye û got :
Dem dema ewlehbûna tevahî gelê Sûriyeyê ye.
Di destpêka civînê de Pedersen li ser civînên xwe bi aliyên aktîf ên li Şamê re axivî û got,
“Astengiyên li pêşberî me mezin in.
Ruxmî Sûriyeyê di gelek parçeyan de di vê demê de biîstîqrar e, lê şer hîna bi dawî nebûye.”
Êdî dem dema ewlebûna dilê tevahî gelê Sûriyeyî ye ku para wan di pêşerojê de misoger û parastî ye.
Min li Şamê jî banga diyaloga der barê biryara 2254 û hemû pirsgirêkên din ên gelê Sûriyeyê de, kir.
Ev jî dê ji bo diyarkirina rêyekê ku gelê Sûriyeyê wê bi rê ve bibin bibe destpêkek.”



