Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê dîmenên çalakiyên hewayî yên ku li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê kirin, parve kirin.
Navenda Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê bersivdana şervanên wê li dijî êrişên çeteyan de li ser malpera xwe dîmenên çalakiyên hewayî ku li dijî çeteyan li derdora Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê kirine, parve kirin.
Li gorî navendê, di encama bersivdana şervanan de 37 çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn û 5 erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin.



