Parlamenterên Swîsreyî pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Federal kirin.
Tê de bal kişandin ser metirsiya li ser Rojava û bang li Konseya Federal kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê.
Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsiyê dixe ser aramiya herêmê û hate gotin:
“Êrîş li hemberî Kurd, Ermen, Suryan, Êzidî, Xiristiyanan metirsiyeke cidî ye.
Bêaramî dikare bibe sedem ku DAIŞ’ê ji nû ve bi ser xwe de bê.
Ji ber berpirsyariya xwe ya di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de Swîsre berpirsyar e ku ji bo dawî li vê tundrewiyê bîne bixebite.”
Parlamenteran herî dawî ev bang kirin:
“Konsey ji bo parastina hindikahiyên etnîkî û olî yên li Sûriyê û dawîanîna li êrîşan, ji bo kêmkirina rageşiyê di çarçoveya bêalîbûna xwe de divê amûrên polîtîkaya derve hemûyan bi kar bîne.”
Ji pênc partiyên siyasî yên cuda gelek parlamenteran mohra xwe danîn binê pêşnûmeyê ku pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin.
Fransa: Divê Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bibe beşek ji veguhastina siyasî



