Li gundewarê Quneytirayê herêmên ku ketine bin kontrola Israîlê, nerazîbûn derdikevin.
Xelkê wan herêman daxwaz dikin Israîl derkeve.
Xelkê gundê Siwîsê û Diwayê li hev kom bûn û li dijî ketina hêzên Îsraîlê dinava herêma wan de bertek nîşan dan.
Xwepêşandan heta nêzî bargeha Îsraîlê meşiya, di dîmenan de xuya dibe ku gule li xwepêşandanê tê barandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encamê de 5 kes di nav de zarokek birîndar bûn.
Hemwextî vê, Îsraîlê bi rûspiyên bajarokê Cebata El-Xeşeb ê li Qunytirayê civiya û got ku divê di nava 48 seatan de hemû çekên di destê wan de radest wê bikin.
Li gor çavdêriyê, Îsraîlê ji wan re gotiye ku hebûna hêzên wan li derê da ku Heyet Tehrîr El-Şam derbas nebe.
Çavdêriyê got ku vê sibê jî artêşa Îsraîlê li bajarokê Abidîn yê li Derayê êrişî malekê kir ..



