Şêx û Rûspiyên Êla Begara ya li kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk re anî ziman.
Îro şêx û rûspiyên êla Begara, bi armanca gotûbêjkirina geşedanên dawîn ên li Sûriyê û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi endamê hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl re civînek pêk anî.
Di civînê de geşedanên dawîn ên li Sûriyê hatin gotûbêjkirin, beşdaran behsa girîngiya diyaloga nîştimanî kir ku taybetmendiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina mafên hemû pêkhateyan li ber çavan bên girtin.
Di civînê de Rûspiyên Êla Begara piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser û QSD`ê anîn ziman û got QSD parêzvanê ewlekarî û aramiya herêmê ye.
Her wiha bang li Rêveberiya Xweser kirin ku piştgiriya xwe ji bo şêniyên herêmê bidomîne, girtiyên ku destên wan neketiye xwînê serbest berde.
Şêxê eşîra El Bûşêx Fayîz El Cedan ji ajansa me re axivî û diyar kir ku civîn baş derbas bû û got beşdaran tekezî li ser hevgirtin û hevkariya hemû pêkhateyên herêmê kiriye.
Di dawiya civînê de hemû beşdaran piştgiriya xwe ji bo QSD û Rêveberiya Xweser anî ziman.



