Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê dane, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi guleyên obîsan gundewarê Bendava Tişrînê ya başûrê bajarê Kobanê yê kantona Firatê topbaran dikin û hewl didin bikevin wan gundan.
Heman çavkanî diyar kir ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan didin. Di navbera şervanan û çeteyên dagirkeriya Tirk pevçûnên dijwar rû didin.



