Wezîrê Karê Derve yê Israîlê bi tundî êrişî hikûmeta nû ya Sûriyê kir.
Wî got ku “hikûmeta nû komeke terorîst e û ne hikûmeteke aram e”.
Wezîrê Derve yê Israîlê Gideon Sa’ar diyar kir ku divê Israîl li ser dirêjahiya şevê li ber vê hikûmeta nû şiyar be.
Wezîrê israîlî destnîşan kir ku her kes behsa guherîna rejîmê li Sûriyê dike, wekî ku ev hikûmet bi rengekî demokratîk hatiye hilbijartin.
Her wekî got ku ev komeke terorîst in, destpêkê li idlibê bên piştre dest danîn ser Şamê û deverên din.
Her wiha piştrast kir ku ew sîstemeke islamîst e û wê hewl bide bi yekrengî dest deyne ser tevahiya Sûriyê.



