Çalakiya nobeta xwedî-derketina Rojava ya li ser sînorê Nisêbînê-Qamişlo û Pirsûs-Kobanê tevî sermayê jî dewamin.
Gelê bakur ku ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo 15 rojin li hev kom dibin, berxwedana Rojava silav kirin.
‘Rojava warê Kurdan û welatê me ye’
Di çalakiya îro de hat gotin:
Ev desthilatdarî bi zilma xwe îro biratiya gelan binpê dike.
Kurd ji bilî dostanî û hevaltiyê tiştek naxwazin, daxwaza wan daxwaza mafên wan yê rewa ye.
Tvî hemû zext, êriş û komkujiyan jî Kurd li ber xwe bidin û wê bigihîjin mafên xwe.
Ev welat welatê Kurdan e. Navê vir Kurdistan e, wê serkeftin a Kurdan be û kurd bigihîjin armanca xwe ya azadiyê.”
Çalakiya ser sînorê Pirsûs-Kobanê jî 5 roje dewame.



