Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî eşkere kir ku ew amade ne hêzên xwe tevli Artêşa Sûriyê bikin, lê belê berî wê dibê formeke lihevkirî were sazkirin.
Ebdî got ku tişta sereke ew e ku şerê li Sûriyê, bi taybet êrişên Tirkiyê û komên wê bi temamî werin rawestandin.
Ebdî eşkere kir ku eger aramî serwer bibe ew bi nêtin serdana Şamê jî bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî derheqê rewşa Kobanê de hişyar kir ku vê gavê bobelatek li pêş Kobanê heye û Tirkiyê ji lihevkirinê re ne amade ye.
Ebdî eşkere kir kir ku tevî pêşniyarên me bo avakirina herêmeke bêçek lê Tirkiyê qebûl nekir û hêza xwe kom dike.
Ebdî got ku divê şerê li Sûriyê û bi taybet êrişên Tirkiyê rawestin da ku gelê Sûriyê bêyî destwerdana derve welatê xwe ava bike.
Her wiha Mezlûm Ebdî diyar kir divê welatekî nenavendî ku mafê hemû gelê Sûriyê were parastin, ava bibe.
Di warê çekdanînê jî Ebîd got ku wê çekên wan ên Artêşa Sûriyê bin, lê divê berî wê lihevkirin çêbibe.Fermandarê QSD’ê da zanîn ku ew ê bibin beşekî Artêşa Sûriyê ya siberojê û eger aramî çêbibe, ew bi nêt in serdana Şamê bikin.
Her wekî Mezlûm Ebdî got ku koordîneyeke meydanî di navbera wan û Rêveberiya Operasyonên Leşkerî de heye, tevî ku danûstandinên siyasî yên yekser di navbera wan û HTŞ’ê de tune ne



