Li ser hevdîtina DEM Partiyê ya bi rêber APO re, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat axivî û gotin:”
Bi çend hevdîtinan tecrîd ranabe, tecrîd didome, divê herkes ji bo destê rêbertî xurtiribike berxwedaniya xwe mezin bikin. Hêza çareseriya pirsgirêka kurd Rêber Apo ye..”
Şandeya DEM Partiyê hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re kir û diyar kir ku tenduristî û moralê rêber APO gelekî baş bû.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê mijarê de ji Medya Haber axivî û got:
Di hevdîtîna ku destpêkê hatibû kirin de jî Rêber Apo gotibû, tecrît didome, heger derfet çêbibin ew xwedî ew hêzê ku pirsgirêkê ji zemîna pevçûnê dikare derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bike. Di vê maneyê de anîbû ziman ku xwedî wê hêza pratîk û teorîk e. Di vê hevdîtînê de geşedanên li herêmê hîn berfirehtir hatiye nirxandin.
Besê Hozat: Hêza çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye
Hevseroka KCK’ê dibêje, di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de, muxatabê sereke Rêber Apo ye.
“Sîstema êşkence û tecrîdê bi rengê xwe dewam dike. Şert û mercên jiyan û azadiyê ya Rêber APO jî, nehatine pêkanîn.
Pêkhatina yek-du hevdîtinan nayê wê wateyê ku sîstema êşkence û tecrîdê, ji holê rabûye. Helbet Rêbertî îradeyeke çareseriyê danî holê, ev pir girîng e. Em piştgirî didin vê îradeyê.
Besê Hozat: Berxwedanî wê destê Rêber Apo xurtir bike
Besê Hozat diyar kir ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd şansê dawî yê Tirkiyê ye.
Ya ku vê îradeya çareseriyê ya Rêber Apo xurt bike, ya ku destê Rêber Apo xurt bike, ya ku vê pêvajoyê veguherîne pêvajoyeke rast a çareseriyê, teqez têkoşîn û berxwedana gelên me ye. Encex ev yek dikare vê pêvajoyê veguherîne pêvajoyeke çareseriyê ya rast. Ev yek dikare bersiva îradeya çareseriyê ya Rêber Apo bide.
Besê Hozat: Divê di sala 2025’an de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê
Di dawiya nirxandinên xwe de Besê Hozat tekez kir ku divê pêngava azadiyê ya gerdûnî a bi armanca azadiya fîzîkî ya rêber APO dewam bike.
Di sala 2025’an de, divê lingê civakî, îdeolojîk û siyasî-dîplomatîk ê Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî, bi rengekî pir xurt bê meşandin. Divê bi rastî jî em sala 2025’an bigihînin pêvajoyeke welê ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyê û demokratîkbûna herêmê pêk bê. Divê em bi vê armancê bixebitin.



