Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, Şêniyên Çilaxayê axivîn û destnîşan kir ku tenê bi yekitiya Kurd, Ereb û Suryanan dê bikarin çeteyên Erdogan ji herêmê derxin û bi rûmet bijîn.
Daxuyaniyên Erdogan ku bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê dike ku çekan deynin û ji herêmê derkevin, planên wî yên dagirkirin û tirkkirina herêmê rave dikin.
Li hember van daxuyaniyan pêkhateyên bajarê Çilaxayê axivîn.
Hemîd Rizgo dibêje:
Em nahêlin dewleta Tirk û çeteyên wê, vê axê binpê bikin yan jî dagir bikin.
Cîhan Hesen jî piştgirî da berxwedana QSD`ê ya li hember şerê qirkirinê û wiha bi lêv kir:
Bila dagirkeriya Tirk fêm bike ku em ê li ber xwe bidin. Heta dawiyê em ê ax û rûmeta xwe, destkeftiyên şehîdan, mîrasa bav û kalên xwe û çanda xwe biparêzin.
Xelîl Gulê jî got:
QSD`ê destanên lehengiyê li hember dewleta Tirk a dagirker dinivîse û ji cîhanê re îsbat kir ku projeya neteweya demokratîk bi ser ket û pêkhateyên herêmê di bin sîwanekê de kir yek.



