Asayîşa Silêmaniyê êrişî navendên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê, Şîrketa Gizingî Berbeyan, Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye kir.
Êriş bi daxuyaniyên cuda ji aliyê (RJAK), produksiyoyna Gizingî Berbeyan, Yekîtiya Ragihandina Jin û Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKG) hat şermezar kirin.
Aliyan ev yek wekî binpêkirina azadiya çapemeniyê li Başûrê Kurdistanê bi nav kir.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê careke din dijminatiya xwe ya li hember jinan nîşan dide.
Duh Asayişa Silêmaniyê bêyî ku belgeya fermî ya dadgehê derxe, êrişî navendên RJAK, Şîrketa Gizingî Berbeyan, Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye kir.
Vê yekê di bin navê girêdaana saziyên navborî bi Tevgera Azadî pêk tînin.
Sazî û rêxistinên jinan bi daxuyaniyên cuda buyer şermezar kirin.
“Em rêxistinek serbixwe ne û têkilya me bi kesê re tine ye”
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku rêxistina wan serbixwe ye û têkliya ê bi tu rêxistin an partiyeke siyasî re tune ye.
“Li Başûrê Kurdistanê azadiya rojnamevanan binpêdikin”
Gizingî Berbeyan ku produksiyoyna çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’ye, derbarê êrişê de daxuyaniyek weşand.
Produksiyoynê destnîşan kir ku ev biryar binpêkirina azadiya rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê ye.
Her wekî girtina saziyan bi hişmendiya dijminatiya jinê ve girê da.
Her wekî Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) jî bêdeng nema û bi daxuyaniyekê got:
“Hêzên ku ev biryar dan ji hêza jinan ditirsin”
YRJ’ê destnîşan kir ku ev hişmendiya şehîdxistina rojnamevanan e.
Li gor daxuyaniya wê, Aqil û ferasata ku Nagihan, Gulîstan, Hêro û herî dawî Nazim û Cîhan şehîdkirine heman êrîş birine ser Şîrketa Gîzingî Berbeyan jî.
“Hun nikarin dengê rojnamevanên jin qut bikin”
Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKG) di daxuyaniya xwe de anî ziman ku kes nikare dengê jinên rojnameger qut bike.
“Her çiqas êrişî me bikin jî emê xebatên xwe dewam bikin”
Xebatkara Jin Tv Loristan Derwêş destnîşan kir ku kiryarên wan wê nebin asteng ji bo berdewamkirina xebatê.



