Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê, ev 7 salê li Silêmaniyê karê xwe dimeşîne hate girtin.
Şîrketa Gizingî Berbeyan têkildarî serdegirtin û girtina pruduksiyonê daxuyaniyek nivîskî weşand û got:
“Ev biryar di demekê de ye ku têkoşîna jinan li her çar parçeyên Kurdistanê gihiştiye qonaxeke bê nimûne.
Têkoşîna jinên Kurd gihiştiye wê astê ku li seranserê cîhanê behsa têkoşîna jinên Kurd tê kirin.
Ev polîtîkayek ku tenê di berjewendiyên desthilat û dagirkeriyê de ye.
Ev biryar binpêkirina azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê ye û nîşana hişmendiya şikandina îradeya jin, nasname û hebûna jinê ye.
Em wek Şîrketa Gizingî Berbeyan ku ev heft salin li Başûrê Kurdistanê dixebitîn û bûne deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê, bi her awayî biryara girtina şîrketa me bi tundî şermezar dikin û dibêjîn ev biryar li dijî hemû qurbaniyên jinên Başûrê Kurdistanê ye.
Bi her awayî em biryara rawestandina karên xwe red dikin û qebûl nakin. Her wiha em radigihînin ku emê tedbîrên yasayî bixin dewrê û heta dawiyê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînîn.”



