Bi boneya sala nû ya 2025’an, Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê peyama pîrozbahiyê ji bo tevahî gelê Sûriyeyê da.
MSD’ê di peyama xwe de girîngî bi diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê wekî rêbaza tekane ya misogerkirina pêşerojeke aram, da.MIX
MSD’ê sala nû ya 2025’an li tevahî gelê Sûriyeyê yê hundir û derve, pîroz kir , û hêvî kir ew sal bibe destpêka qonaxa nû.
Her wiha da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê rêbaza tekane ya derbaskirina şopên borî ye .
Em diyar dikin ku sala 2025’an bibe sala hevgirtina nîştimanî û xebata cidî ji bo avakirina dewleteke demokrat û pirreng .
Bi sala nû re, em ji gelê me yê berxwedêr û her kesê ku ji bo parastina Sûriyeyê û aramiya wê dixebite re, rêza xwe dişînin.



