Konseya Rêveber a KNK’ê sala nû li hemû gelê Kurdistanê, gelên cîhanê pîroz kir û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku piştgiriya banga Rêber Apo bikin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin.
Di peyama KNK’ê de wiha hate gotin:
“Ji bo gelê me, bi giştî salekî ya tekoşinê bû.
Li her çar alîyên Kurdistanê sal bi tekoşînek mezin derbaz bû.
Em hêvî dikin ku çareserîyek aştiyane û mayînde çêbibe.
Hêzên Kurdistanî her bi çi rengî be bila bibe, divê bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bi tifaq û bi hevkarî hewildanên dijmin û dagirkeran serûbin bikin.
Divê hemû hêzên Kurdistanî piştgirîya banga Birêz Abdullah Ocalan bikin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin.
Em hêvî dikin sala nû, sala 2025’an bibe sala serkeftinê, bibe dema xewn û xeyalên geş yên gelê me.
Bi van bîr û hiziran KNK sala nû ya hemû Kurd, Kurdistanî û cihanê pîroz dike.”



