Endamên Kombûna Jinan a Zenûbya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku Sûriyeyî dikarin xwe bi xwe pirsgirêkên xwe dûrî destwerdanên derve, çareser bikin.
Endama Rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbya Kerem El Hemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji van binpêkirinan, sûcan û êrişan dixwaze vîna gel û jina azad têk bibe.
Di şexsê jinan û gel de ew projeya neteweya demokratîk dike hedef.”
Endama Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya Muntehe Xelef El Hiwêce êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:
“Di bin sîwana Rêveberiya Xweser de em aram in û mafên me parastî ne.
Em naxwazin komên li dijî civaka sivîl û azadiya jinan, rêveberiya me bike.”
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xûd El Îsa jî got:
“Sûriyeyî dikarin bi xwe bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Em hêvî dikin ku destûreke demokratîk ku mafên kêmneteweyan, pêkhateyan û baweriyan diparêze, bê sazkirin.”



