Yêkîtiya Ragihandina Jin-YRJ derbarê girtina sazî, rêxistin û ragihandinê jin yê Başûrê Kurdistnê de diyarkir ku ev, êrişekî ku xwe dispêre konseptêkî qirêj û siyasî ye.
YRJ girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan ku ji Jin tv re dixebite, RJAK, Rêxistina Niwêger, Rêxistina Merziye şermezar kir û got:
“Di rojekê de û bi birayrekî hevpar çar rêxistinên jinan ku ji bo hebûn, nasname û azadiya jinan kar û xebat didin meşandin hatin girtin.
Ev, êrişekî ku xwe dispêre konseptêkî qirêj û siyasî ye.
Şîrketa Gizingî Berbeyan ev 7 sale yekem şîrket e ku li Başûrê Kurdistanê ji bo bibe dengê jinan kar û xebatê ragihandinê dide meşandin.
Bi vê biryarê naxwazin jin li Başûrê Kurdistanê bibin xwedî vîn û nasnameyekî bi hêz ku li dijî pergala heyî têkoşîn dike.
Aqilê ku qetilkirina rojnamevanên Kurd rewa dike û dibîne di heman demê de êriş birine ser Şîrketa Gîzingî Berbeyan jî.
Di dawî de wek YRJ’ê em piştgiriya xwe radigihînin û bang li hemû jinên rojnamevan yên Başurê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê dikin da ku xwedî li saziyekî ku ev 7 sal in bûye dengê jinan xwedî derbikevin.



