Bi sedan şêniyên Hesekê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmeke bi heybet li goristana gundê Dawidiyê oxir kirin.
Ji bo şervanên QSD’ê Alan Rerwîş bi nasnav Hogir Hesekê, Necdet Hemada bi nasnav Idil Şervan û Casim El-Iwêd bi nasnav Basil Hesekê ku di dem û cihên cûda de şehîd bûbûn li Hesekê merasîmeke girseyî pêk hat.
Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyên her sê şehîdan wergirtin û birin goristana gundê Dawidiyê yê Hesekê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Hesekê axaftin hatin kirin.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyarkirin ku ew ê li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin.
Paşê nasnameya şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.
Di merasîmê de her weha 42 şervanên QSD’ê ku di Çileya 2019’an de şehîd bûbûn jî hatin bibîranîn û soza xurtkirina têkoşînê hate dayîn.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê her sê şehîdan bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.