Serokê Taîfeya Durziyên li Siweyda bang kir ku divê di avakirina Sûriya nû de hemû taîfe û rengên Sûriyê hebin.
Serokê Taîfeya Durziyên Miwehedîn Şêx Hikmet El Hecrî ji ajansa ANHA re derbarê rewşa dawî axivî û got:
“Em derbasî pêvajoya avakirina rast bûn.
Her kesî li hev kiriye ku divê Sûriya nû li gorî fikrekî şaristanî ya dîrokî bê avakirin.”
El Hecrî hêvî kir ku sûd ji tecrubeya kurdan bê girtin û wiha domand:
“Em hêvî dikin ku bi kesên din ên pispor re bi taybet bi birayên me yên Kurd re hevkarî bê kirin.
Ew di rêveberiyê de xwedî taybetmendî ne.”
El Hecrî bang kir ku di siberojê de ji bo wan û pêkhateyên din dabîn hebin û got:
“Divê jiyana hevbeş di qanûnên navneteweyî de û qanûneke mafên her kesî di derbirînê û tevlêbûna rastîn de misoger bibe.”
El Hecrî di dawiyê de wiha axivî:
“Divê Sûriyeke sivîl ji sûriyan re bê avakirin.
Hewldanên me di vî warî de hene.
Em hêvî dikin ku her kes ji bo avakirina Sûriya siberojê hevkar bin.”



