Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû da zanîn ku ew vê pêvajoya girîng tenê ji înîsiyatîfa siyasiyan re nehêlin û divê daxwaza aştiyê ya civakê bê bilindkirin.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû li ser kampanya ‘Milyonek îmze ji bo aştiyê’ axivî ku wê ji Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyê (TBMM) re ragihînin.
Alî Kenanoglû anî ziman ku hevdîtinên navbera Rêber Apo û heyeta DEM Partiyê pêvajoyeke ku nav lê nehatiye kirin û got:
“Em ê ji bo aştiyê tevkariyê li vê pêvajoyê bikin, vê pêvajoya girîng tenê ji înîsiyatîfa siyasiyan re nehêlin.”
Kenanoglû destnîşan kir ku gel li samîmiyeta desthilatdariyê dipirse û wiha anî ziman:
“Qala pêvajoyeke aştiyê, pêvajoyeke çareseriyê tê kirin, lê belê li aliyekî qeyûm tê tayînkirin, operasyon têne kirin, mirov têne kuştin.
Di dawiyê de Alî Kenanoglû dibêje:
Aliyên pêvajoyê diyar in. Yên ku dest ji çekên berdin, yên ku bangê bikin diyar in.
Di vê pêvajoyê de ji bo xizmetê ji aştiyê re bike çi ji destê me bê em ê bikin.



