Şêne ku ev 18 roj bê navber û bi israr bendava Tişrînê diparêzin bi awayekî hovane dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker.
Di encama van êrişan de, bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn. Şêniyên kantona Dêrazorê ragihandin ku êrişên dewleta Tirk a qirker dermirovî ne û sûcê şer in.
Şêniyê bi navê Yihya El Elî yê ji bajarê Hecîn ê kantona Dêrazorê got:
“Êrişên li dijî sivîlan û binesaziyê li dijî hemû nirx û prensîbên mirovî ye.
Dewleta Tirk a qirker dixwaze derfetên jiyanê li herêmên me lawaz bike.”
Em ê bi berxwedanê re bibin yek û piştgiriyê bidin wan, em ê ji bo parastina welatê xwe de dudilî nebin.”
Şêniyê bi navê Cabir El Rewam hişyarî da li ser metirsiya hilweşîna bendava Tişrînê û wiha axivî:
“Ev êriş metirsiyê li ser jiyana bi sed hezaran şêniyan dike
El Rewam wiha lê zêde kir:
“Êrişên li dijî bendavê vîna me têk nabin.
Em rê nadin tu kesî ku siberoja me têk bibe û mafê my yê jiyanê ji destê me bibe.”



