Ev demeke dirêj dewleta Tirk êrişên xwe li dijî Bendava Tişrînê nedaye rawestandin .
Êrişên li ser bendava tirsa rûdana kerasteke mirovî bi xwe tîne .
Di wî warî de Komîteya Lêkolînan a ji bo Sûriyeyê a NYˈê da zanîn ew ê di warê rewşa Bendavê de meha sibatê raporekê biweşîne.
Têkildarî sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî şêniyan û binesaziya herêmê,wê Komîteya Lêkolînan a NYˈê raporekê amede bike .
Komîte di xebatên xwe de êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopîne .
Li gorî agahiyên ku komîteyê dane wê der barê van sûcan de raporekê di meha Sibatê de biweşîne.



