Navneda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Çileyê eşkere kir û got:”Di zivistanê de bi taktîkên cuda 13 caran ji hewayê, 50 caran ji bejahî ve bi giştî 63 caran gerîlayan çalakî lidar xistin, her wiha dewleta Tirk jî êrîşên xwe yên bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî domandin”.
Navneda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Çileyê eşekr kir.
HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a mêtinger û qirker û hikumeta AKP’ê ya faşîst di meha Çileya 2025’an de jî li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên xwe bê navber dewam kirin.
Dewleta Tirk a dagirker qadên berxwedanê 235 caran bi balafirên şer bombebaran kir.
59 caran jî bi helîkopterên êrîşê û 5 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
9 caran bi droneyên bombebarkirî û 113 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî êrîşî tunelên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî van êrîşan li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîna xwe bê navber dewam kirin.
Hêzên me ku bi wêrekî û performanseke bilind li hemberî van êrîşan li ber xwe dan, di nava şert û mercên zivistanê de bi taktîkên cuda 13 caran ji hewayê, 50 caran ji bejahî ve bi giştî 63 caran çalakî lidar xistin.
Di van çalakiyan de 6 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
Her wiha gelek wesayitên leşkerî, malzeme û çekên dagirkeran hatin îmhakirin û derb li wan hate xistin.
1 Tank, 2 Wesayîta Leşkerî ya Zirxî, 1 Çeka Giran a Doçka û 1 Çeper hatin îmhakirin.
2 Pergala Radarê, 5 Konteynir, 6 Dron, 2 Kameraya Mobesse, 1 Çeka Giran a Doçka, 2 Çeper, 4 Kon, 40 Kîlo Teqemenî û 1 Wênegir.
Di dawiyê de HPG’ê got:
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî hemû êrîşên li ser hebûn û azadiya gelê Kurd wê bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe bidin û mîna ku heta niha kir, ji niha û pê ve jî wê bersiva pêwîst bidin.



