Civînek berfireh ji bo Sûriyê tê lidarxistin.
Di vê civînê de, dê opozsyonek li hember rejîma Sûrî ya nû were avakirin.
Rojnameya El-Nehar El-Erebî raporek belav kir tê de eşkere dike ku wê hinek hêz û kesayetên siyasî 15’ê vê mehê civînekê li dar bixin.
Li gor rojnameyê, wê opozsyonek li hemberî desthilata Şamê were avakirin.
Heman rojanem dibêje ku dê Meclisa Sûriya Demokratîk jî beşdarî vê civînê bibe.
Wer xuyaye ku gelek alî û hêzên siyasî yên sûrî ji deshilta heyî ya Şamê ne razî ne.
Bi taybet piştî ku Ebû Mihemed El-Colanî xwe kir Serokê Sûriyê, dengê rikbeiyê bilind dibe.
Rojnameya El-Nehar El-Erebî eşkere kir ku dê 15’ê sibatê civîneke berfireh, di navbera hejmareke kesayet û hêzên siyasî de were lidarxistin.
Di wê civînê de, dibe opozsyonek li hemberî desthilata heyî were avakirin.
Tê texmînkirin ku civîn li Cinêv, Heleb û Siwêdayê pêk were.
Li gor rojnameyê, dê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî beşdarî vê civînê bibe.
Vê gavê jî komîteyeke amadekar bo civînê hatiye avakirin û siyasetmedar û rikberê sûrî Heysem Menai kordînatorê wê yê gitşî ye.
Çavkaniyên rojnameyê dibêjin ku lihevkirin derbarê xetên bingehîn hatiye kirin ku ew jî serweriya dewletê, hemwelatiya wekhev, rûmet û silogana “Dîn ê xweda ye û welat ê hemûyan e”.
Rojnameya Libnanî dibêje ku di vexwendinê de tê xwestin ku mecliskeke leşkerî ji serbazên berê û akademisyenan were avakirin da ku beşdarî avakirina artêşeke niştîmanî ya sûrî bibin.
Her wekî kongreyeke niştîmanî gitşî bi tevlîbûna hemû aliyên Sûriyê û bi sponseriyeke navdewletî were lidarxistin.
Pê re jî biryara navneteweyî ya 2254’an pêk were.
Heysem Menai ji rojnameyê re dibêje ku wê derdora hezar kesî beşdar bibin.
Menai komgreya El-Colanî bi yek mezheb bi nav dike û got ku ev deshilata niha bi erêkirina leşkeran pêk hatiye û tu aliyekî din ji partiyan beşdar nebûye.



