Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK’ê Hêvî Mûstefa diyar kir ku wê ji bo yekrêziya Kurd konferansek berfireh were lidarxisin û got: “Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) daxuyaniyak da û diyar kir ku ew ê konferanseke Yekrêziya Kurd lidar bixin.
Lê belê ji ber rewşa Sûriyê ya nû û bandora wê li ser gelê Kurd ev konfrans dereng ma.
Têkildarî mijarê Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Hêvî Mûstefa axivî û got:
“KNK ev 25 sal in ku yekrêziya Kurd li her çar aliyên Kurdistanê dişopîne.
Me xwest di derbarê rewşa niha li Sûriyê konferansek Kurdên Rojava lidar bixin.
Ji ber ku ya girîng ji bo me çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûiyê ye.
Eger helwesta kurdan nebe yek wê lozaneke din bi serê me de were.”
Hêvî Mûstefa: Pêwîste konfransa yekrêziya Kurd pir berfireh be
Hêvî Mûstefa behsa konferansa ku ji bo yekrêziya Kurdan wê were lidarxistin kir û wiha bi dawî kir:
Em bang li Kurdên her çar aliyên Kurdistanê dikin û ku derfeta dawî di destê me de ye û pêwîste em di vê pêvajoyê de bibin yek.



