Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî û diyar kir ku şehîd Rojhat û Ajwan Milîtaniya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya di partiya me PKK’ê de şênber bûye, bi cih anîn û di hemû qadên berxwedanê serkeftin bidestxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyê 2 gerîlayên şehîd eşeke kir.
HPG’ê da zanîn ku hevrêyên wan Rojhat Serhed û Ajwan Çilçeme li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de di êrîşên dijmin de şehîd bûn û sersaxî ji malbata her dû şehîdan re xwest.
Di derbarê kesayet û têkoşîna her dû gerîla de HPG’ê got:
HPG: Rojhat û Ajwan li gelek qadên berxwedanê cihê xwe girin û serkeftin bi destxistin
Hevrêyê me Rojhat li navçeya Artemêt a Wanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê.
Di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û piştî hewldanek mezin û derbaskirina astengiyan, tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Rojhat di gelek çalakiyên li dijî dijmin de, bi tevlîbûna xwe ya fedayî re di van çalakiyan de rolekî girîng lîst.
HPG’ê diyar kir ku şehîd Ajwan li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de, ji dayik bû û wiha anî ziman:
Hevrêyê me Ajwan yê ku ket nava lêgerînan, biryar da ku berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bibe.
Şehîd Ajwan weke milîtanekî Apoyî hewl da paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo bi jiyanî bike.
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Rojhat Serhed
Nav û Paşnav: Nîhat Şahîn
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê: Aliye
Navê Bav: Reşît
Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Mijdara 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Ajwan Çilçeme
Nav û Paşnav: Yasîn Şêxe
Cihê Jidayikbûnê: Serdeşt
Navê Dayikê: Zuleyha
Navê Bav: Mûsa
Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Mijdara 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê



