Trump: Me dê şerê Îranê bikira, lê ti leşkerên me nemirin

Serokê Amerîkayê Trump dîsan egeriya gurbûna şerekî navbera wan û Îranê, bi dûr xist.

Îro, Trump ragihand ku gava Îran 16 moşek avêtin baregehên wan li Îraq û Hewlêrê, welatê wî ji şerê bi Îranê re amade bû.

Lê di kombûyîneke hilbijartinan li Ohio de, Trump got, ji ber ti leşkerên me nehatin kuştin em nema diçin şer.

Her wekî dîsan teqez kir ku fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî plana êrîşên terorîst li dijî berjewendiyên Amerîkayê dikir.

Jixwe di 3yê Çileyê de, bi êrîşeke asmanî ya Amerîkî dawî li jiyana Suleymanî li Îraqê hat.

Weke berisv ji Îranê jî, 2 baregehên Amerîkî yên li Îraq û Hewlêrê hatin topbarankirin.

Leave a Reply

Back to top button