Li Siwîsre û Fransayê çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dike.
Beşdarên çalakiyan banga yekrêziya gelên Kurd kirin û gotin:”Divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were û pirsgirêka Kurd li ser bingeha siyasî bê çareserkirin”
Çalakiya rûniştinê ku her çarşem li ber avahiya NY li Cenevrê tê lidarxistin, di hefteya 221’an de berdewam kir.
Di çalakiya vê hefteyê de şehîdên şoreşê Nûcan Meletî û Îslam Cîlo hatin bibîranîn.
Her wekî çalakvanan cezayên darvekirinê û hedefgirtina ciwanan ji aliyê dewleta Îranê ve bi tundî şermezarkirin.
Çalakvanên Strasbourgê: Rêber Apo pêvajo da destpêkirin, erkên xwe bi cih bînin
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê jî Nobeta Azadiyê ku 12 sal tê lidarxistin, bi biryardarî didome.
Di hefteya 670’ê de, koma 4 welatparêzên ku ji bajarê Awusturalyayê hatine, nobetê dewr girtin.



