Hikûmeta Iraqê girtina 5 şervanên YBŞ’ê dewam dike.
Tevî ku soz dabû van şervanan di Cejna Çarşema Serê Nîsanê berde, lê ev yek pêk nanî.
Saziyên gel rexne li siyaset û helwesta hikûmeta Iraqê kirin û gotin:
“Eger Iraqê soz daye û soza xwe nayne cih, xwe dike derewîn û bêsoz. Êdî ew ne cihê baweriyê”.
18’yê Adarê, dema şervanên YBŞ’ê li ser erka xwe ketin kemîna artêşa Iraqê û çend ji wan birîndar bûn.
Her wiha 5 şervanên YBŞ’ê ketin destê artêşê.
Ji roja destpêkê ve, di serî de jin û ciwanên Şengalê, xelkê Şengalê ji bo şervanên xwe rabûn ser piyan û çalakiyên berfireh lidar xistin.
Rayedarên artêşê û yên hikûmetê jî soz dan ku ewê di demeke nêz de vê pirsgirêkê çareser bikin.
Dayikên şervanan û gele Şengalê li hêviyê bûn ku di Cejna Çarşema Serê Nîsanê de her 5 şervanên YBŞ’ê bêne berdan, lê heya niha ev pêk nehatiye.
Li hemberî vê siyaseta Iraqê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û gele Şengalê xwe amade dike ku careke din dest bi çalakiyan bikin.
Gel bi biryr e ku heya şervanên YBŞ’ê serbest bêne berdan çalakiyên xwe bimeşînin û berfireh bikin.
”Hikûmeta Iraqê sozên xwe bicih nayne û xwe dike derewîn”
Endamên Meclîsa Gel a Dîgurê jî rexne li hikumeta Iraqê kirin ku ruxmê sozên hatî dayîn şervanên YBŞ’ê nehatine berdan û got:
YBŞ di 2014’an de, di demeke zehmet de hate avakirin.
Eger ne ji van xortên me bûya ne Iraq ne jî Şengal ji destê çeteyên DAIŞ’ê nedihatin rizgarkirin.
Ev şervanên YBŞ’ê li ber hemû zehmetî û nexweşiyan sekinîne.
Em hêvî dikin ku şervanên YBŞ’ê ji aliyê hikumeta Iraqê ve werin berdan.
Endamê Meclîsa Gel a Dîgurê Mirad Bektaş jî wiha bi lêv kir:
Pêwîste dewleta Iraqê ne bi vî awayî nêzîkî me bibe, pêwîste ciwanên me bêne berdan.
Ev şervanên hatine girtin, hin ji wan dayik û xwişkên wan di destê DAIŞ’ê de mane.
Di ser de ev neheqî li wan tê kirin. Eger Iraqê soz daye û soza xwe nayne cih, xwe derewîn dike, bê soz dike. Êdî ew ne cihê baweriyê, ne cihê rastiyê ye.



