Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelef El Meter diyar kir ku pêwîst e mijara ezmûnên dibistanên amadayî û navîn were çareserkirin.
Xelef El-Meter diyar kir ku Desteya Perwerdeyê li gel UNICEF û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê gelek têkilî danîne.
Di 13 û 14’ê Nîsanê de herî dawî civîn di navbera desteyê û wezaretê de çê bû.
Xelef ev agahî li ser xalên herî girîng ên ku li ser hat lihevkirin da:
“Dirêjkirina dema tomarkirinê ji bo ku hemû xwendekar bikarin ezmûnan li herêmên xwe pêk bînin.
Komîteyeke hevbeş a demkî ji bo birêvebirina proseya ezmûnan li gorî rêbazên Şamê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”
Xelef El Meter: Desthilata Şamê li ser ezmûnan tu bersiv nedane
Her wiha Desteya Perwerdeyê jî gaveke avêt û navendên tomarkirinê vekirin.
Xelef diyar kir ku tevî nêzîkbûna dema ezmûnan jî lê heya niha wezaretê tu bersivek fermî nedaye.
Xelef da zanîn ku Desteya Perwerdeyê hemû hewlên xwe dane ji bo serkeftina pêvajoya ezmûnan û bang li Wezareta Perwerdeyê kir ku “bi lez tev bigere û bersivê bide şertên peymanê ji bo maf û siberoja xwendekaran.”
Herî dawî Xelef El Meter diyar kir ku Desteya Perwerdeyê dê proseya xwendinê li gorî rêbazên Rêveberiya Xweser bişopîne û ji bo serkeftina hemû xwendekarên li herêmê kar bike.



