Desthilata Şamê di Adarê de Danezana Destûrî bêyî beşdariya pêkhate û aliyên Sûrî erê kir.
Ji ber vê yekê bertekên li hemberî Danezana Destûrî ya desthilta Şamê zêde dibin.
Siyasetmedarên ji Til Temirê bi tundî Danezan Destûrî şermezar kirin û gotin:
“Ev destûr hewldanek e ji bo kêmkirina pir-rengiya li Sûriyê û vegerandina welat bo serdema berî sala 2011’an.”
Di destpêpkê çalakvanê sîyasî Elaa Zahir diyar kir ku zêdetirî 50 salî gelê Sûriyê di bin serdestiya Rêjîma Baas de bûn û got:
“Piştî rûxandina Rêjîma Baas, Sûriyê di qonaxeke nû derbas bû û desthilata Şamê welat bi rê ve bir.
Desthilata Şamê di Adarê de destûreke nû derxist.
Ev destûra nû fedakariyên gelê Sûriyê winda kir.”
Li ser vê Destûrê wê Sûriyê di nav nakokî û pevçûnan de bimîne.”
Her wiha Siyasetmedar Xedîce Asim Îbrahîm jî ragihand ku destûr bi awayekî yekalî hatiye nivîsandin.
Bêyî çavdêrî û beşdariyeke bibandor a beşên cuda yên civaka Sûriyê û wiha axivî:
“Ev destûr nûnertiya tu mezheb û pêkhateyeke nîştimanî ya rast nake.”
Di dawiyê de Xedîce Asim Îbrahîm bang li desthilata Şamê kir û got:
Divê ev destûra yekalî betal bibe û destûrek nû bi beşdariya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê were avakirin.”



