Koordînasyona PAJK’ê Şehîd Pelîn Zozan ku di 27’ê Çileya 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi bîr anî.
PAJK’ê diyar kir ku Şehîd Pelîn di meşa xwe ya milîtaniyê ya 23 salan de bi îdîa, werekî û sekna xwe ya şênber pêşengî kir.
Her wiha PAJK’ê got, “Têkoşîna hevrêya me Pelîn wê bi têkoşîna hevrêyên xwe û jinan mezin bibe ku ji bo azadiyê her roj li ser piyan e.”
Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê şehîd Pelîn Zozan a ku beriya niha di nava Konseya Rêveber a KJK’ê de wezîfe kir û 27’ê Çileya 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi bîr anî.
PAJK’ê ji malbata hevrêya wan Pelîn Zozan, jin û gelê xwe re sersaxî xwest û got:
Têkoşîna me ya azadiya jinê bi saya milîtanên bêhempa gihîştiye vê astê ku canê xwe di oxira azadiya jinan û gelê xwe de feda kirin.
Zîlanan, Bêrîtanan û Sarayan ev xeta azadiyê afirandin.
Hevrêyên me yên Pelîn jî şopdarê wan bûn, ji bo vê meşa azadiyê ya bi heybet gav bi gav ava bike, jiyana xwe feda kirin.
PAJK: Şehîd Pelîn di meşa xwe ya milîtaniyê a 23 salan pêşengî ji têkoşînê re kir
PAJK’ê diyar kir ku Hevrêya wan Pelîn Zozan di meşa xwe ya milîtaniyê ya 23 salan de bi îdîa, werekî û sekna xwe ya şênber pêşengî kir û wiha anî ziman:
Hevrêya me Pelîn sala 1981’ê li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû.
Şehîd Pelîn ji salên xwendina lîseyê û pê ve bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû û meşa xwe ya şoreşgerî bi biryara milîtaniyê ya sala 2001’ê bêhtir şênber kir.
Li gel birayê xwe Azad Serbilind bû yek ji milîtanên pêşeng û kadroyên bijarte yên têkoşîna azadiyê.
Weke Konseya Rêveber a KJK’ê ji têkoşîna civakî û têkoşîna azadiya jinan re pêşengî kir.
Ji bo Îdeolojiya Rizgariya Jinê civakî bike bi dil û can kar kir.
Em bang li jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî sûîqest û komkujiyên ku dewleta Tirk li hemberî milîtanên pêşeng ên azadiya jinê dike, têkoşînê mezin bikin, helwestê nîşan bidin.
Têkoşîn û xeyalên azadiyê yên hevrêya me Pelîn wê bi têkoşîna jinan mezin bibe ku her roj ji bo azadiyê li ser piyan e û jiyana azad û civaka demokratîk tacîdar bibe.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Pelîn Zozan
Nav paşnav: Pelîn Yilmaz
Dem û cihê jidayikbûnê: 23.11.1981 – Wan
Dayik: Muhsîne
Bav: Şemsettîn
Dema tevlîbûnê: 2001
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Çileya 2025 / Herêmên Parastinê yên Medyayê”



