Li gundê Karêze Delo ya girêdayî navçeya Çemçemal, dironek kete xwarê.
Li gorî agahiyên hatine standin, li gundê Karêze Dole ya ser bi bajarokê Sengawî ya ser bi navçeya Çemçemal ya girêdayî Silêmaniyê, dironek ketiye xwarê.
Nayê zanîn ev diron ya kîjan kom yan jî welatiye. Derbarê mijarê de jî heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.
Hêjayî gotinê ye bi destpêkirina şerê di navbera Îsraîl-Îranê de, heya niha gelek diron li nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ketine xwarê.



