Di 1’ê Hezîranê de li taxa Meşleb ya bajarê Reqayê erebeyeke barhilgir a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şaştî li ciwanekî qelibî.
Têkildarî wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn rûniştineke lihevhatinê li dar xist.
Derbarê qezayê de lêpirsîn û lêkolîn hat kirin.
Bi wê re Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nivîsgeha Têkiliyan û Koordînayê ji bo şopandina bûyerê, erkdar kir.
Di vê çarçoveyê de têkilî bi rûspiyên eşîra El Efadile re bi taybetî bi şêx Mihemed Nûr El Dîb, şêx Emîr El Xabûr û şêx Gename El Icêl re hat kirin.
Di encamê de rûniştineke lihevhatinê bi malbata ciwanê jiyana xwe ji dest da re li herêma Xenasir a gundewarê Helebê hat lidarxistin.
Di rûniştinê de girîngî bi derbaskirina nakokiyan û xurtkirina biratiya pêkhateyan hat dayîn.



