Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), bi daxuyaniyekê teqîna xwekujî ya terorîstî ya li Dêra Mar Elias a li taxa Douweila ya Şamê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo malbatên qurbaniyan re nîşan da.
YPJ sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, xemgîniya xwe bi wan re diyar kir û ji birîndaran re şifaya lezgîn daxwaz kir.
Bertekên li dijî teqîna Dêra Mar Elyas a li Şamê pêk hatî zêde dibin.
Yekîneyên Parastina Jin jî bi daxuyuaniyekê ev êrîş şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.
YPJ diyar kir ku wan di salên borî de bi hemû hêza xwe li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê şer kir û ew têk bir.
YPJ da zanîn ku êrîşa li Dêra Mar Elyas li diji îbadetkaran pêk hat, ne tenê li dijî Xiristiyanan bû; ew êrîşek li dijî hemû gelê Sûriyê bû ku ji terorîzmê nefret dikin û ji aştiyê hez dikin û wiha got:
”Ev êrîş, armanc dike ku hemû nirxên hevpar ên mirovî têk bibe.
Gotûbêjên ku nefrete gûrdikin, ji êrîşên terorîstî ne kêmtir xeternak in, ji ber ku ew dibin zemîna çêkirina ji bo terorîstên ku êrîşên xwe pêk bînin.
Ev gotûbêjin bi nefret ji bo vê qonaxa hesas û çarenûsî ya ji bo Sûriyê ne guncaw e.”
YPJ: Divê rayedarên Sûriyê sûcdar pêşkêşî dadgehên edaletê bikin
YPJ balşkişand ser rola rayedarên Sûriyê di hesabpirsîna sûcdarên vê êrîşa terorîstî de û destnîşan kir ku divê di meşandina lêpirsînên rast û zelal de,
Ji bo sûcdar, teşwîqkar û piştgirên wan, pêşkêşî dadgehên edeletê werin kirin.
YPJ: Em ê bi erkên pêşîgirtina terorîzmê rabin
Yekîneyên Parastina Jin YPJ ê di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da
Em diyar dikin ku emê bi erkên pêşîgirtina terorîzmê rabin û bi ruhê berpirsyartî, welatparêzî û civakîbûyînê, li tevahî erdnîgariya Suriyê emê parastina jin û civaka Sûrî bikin.
Em amadebûna xwe ya herdem ji bo tevlîbûna her hewildaneke ji bo pêşîgirtina terorîzmê nişan didin.



