23’ê vê mehê li dijî Dêra Mar Elyas ya li Şamê êrişeke xwekuj hat kirin, di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 60 kes jî birîndar bûn.
Lê belê, Navenda Lêkolîn Org eşkere kir ku kesê êriş pêk aniye Ozbek e û girêdayî dezgeha ewlehiyê ya Şamê ye.
Piştî êrişê Wezîrê Karên Hundir yê Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê yekser daxuyanî da û ragihand ku ev êriş ji aliyê DAIŞ’ê de hatiye kirin.
Her wiha îdia kirin ku ev çete ji kampa Holê çûye ew êriş pêk anîye.
Lê derket holê ku ev daxuyanî ji bo sergertina rastiyê û veşartina sûcdaran bû.
Hat ragihandin ev êriş ji aliyê du endamên HTŞ’ê ve hatiye kirin.
Beriya êrişê bi çend rojan li pêşiya dêrê wêneyên ku dirûşmên, “Yên xaçperest, civîna me di demeke nêzîk de ye” hatibûn daliqandin.
Dîsa li ser gelek dîwarên kolanên Şamê, “Me ji malên we dest pê kir, em ê dawî li jiyana we bînin”, “Li vê xakê cihê berazan nîne”. hatibûn nivîsandin.
Lê li dijî van gefên li ser Xiristiyanan hêzên ewlehiyê ti hewldanekê nakin.
Kesê ku êrişê pêk tîne, endamê HTŞ’ê ye û navê wî Ziyad Enwer el Îdlibî ye ku weke Ebû El Baraa tê naskirin. Ev çete bi eslê xwe jî Ozbek e.
Hat diyarkirin ev terorîst bi fermana Wezîrê Karên Derve yê hikumetê tevdigeriya.



