Van rojan dinavbera Sûrî û Îsraîlê de hevdîtin pêk tên.
Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi eşkera kir ku di navbera Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyê de diyaloga rasterat û rojane tê kirin.
Rojnameya Israel Hayom gotina Tzachi Hanegbi ku di rûniştineke girtî ya Komîteya Kar û Barên Derve û Parastinê ya meclisê derketiye, ragihand.
Hanegbi got ew bi xwe li ser navê hikumeta Îsraîlê vê diyalogê bi kesayetên siyasî yên Sûriyeyê re pêk tîne.
Her wekî tekez kir ku Sûriye û Lubnan dibe ku ji bo normalîzekirina bi Îsraîlê re tev li Peymana Îbrahîmî bibin.
Her wiha destnîşan kir ku di navbera Îsraîl û Sûriyê de diyalogeke rojane heye û eşkera kir ku di van diyalogan de mijarên hevpar ên wekî pirsgirêka Îranê jî têne gotûbêjkirin.
Têkildar vekişîna ji herêma tampon a li Golanê jî Hanegbi got: “Ger normalîzekirin çêbe, em ê wê mijarê binirxînin.”



