Li Kirmaşanê girtiyek Kurd ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest da, hêzên ewlekariyê cenaze nadin malbatê.
Li gorî malpera dengê girtiyên Kurd û Îranê, di 23’yê vê mehê de welatiyek Kurd yê bi navê Fuad Elîxanî (41) yê xelkê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha Kirmaşanê di encama êşkenceya supayê Pasdarên Îranê de, jiyana xwe ji dest daye.
Hate gotin ku bê ku sedemek nîşan bidin, hêzên îstîxbarata Îranê ji malbata Fuad re gotine ku kurê we jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî heman çavkaniyê cenaze jî radetsî malbatê nakin.
Hêjayî gotinê ye Fuad Elîxanî bêyî biryara dadwer ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve li Kirmaşan hatibû binçavkirin.
Di demên dawî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêla binçavkirinê hatiye destpêkirin, tê gotin gelek kes bêyî biryara dadwer hatine binçavkirin.



