Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û helwesta dewletê ya di vê mijarê de nirxand.
Besê Hozat dibêje, “Ji bo pêvajoyê em pênaseya “Tirkîyeya bê têror” red dikin. Nav, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.”
Besê diyar kir divê dewlet gavên şênber bavêje, nasnameya Kurdan bi destûra bingehîn de bê naskirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê pêk were.
Hevseroka Konseya Rêvebir ya KCK’ê Besê Hozat derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji kanala Medya Haber re axivî.
Besê diyar kir ji bo pêvajoyê pênaseya Tirkiyeya bê teror ku ji aliyê desthilatê ve hatiye diyarkirin, gelek şaş e û ew red dikin û wiha got,
“Divê ev pênase ji rojevê bê derxistin. Navê vê pêvajoyê zelal e: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.
Rêber Apo di 27’ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir.
“Dewlet bi xwe jî navê vê pêvajoyê weke pêvajoya aştî û civaka demokratîk qebûl dike.”
Besê Hozat: Herêm ji nûve tê dîzaynkirin êdî dor hatiye Tirkiyê
Besê Hozat eşkere kir bi şerê Îran û Îsraîlê re hê zêdetir girîngiya vê pêvajoyê derket pêş û wiha dewam kir,
“Herêm niha di nava dojeheke mezin de ye. Niha jî bi Îranê re dora Tirkiyeyê hatiye. Ev pêvajoyeke têkildarî dîzaynkirina herêmê ye.
Pêwîste dewlet û hikûmet jî di vê mijarê de gavên şênber bavêjin. Weke tevger, me gavên pêwîst avêt.”
“Divê Tirkiye amadekariyên qanûnî û destûra bingehîn bike”
Besê Hozat diyar kir êdî ew li dijî Tirkiyê şerê çekdarî nameşînin û got,
“Em dixwazin siyaseta demokratîk bimeşînin. Divê Tirkiye mafên siyaseta demokratîk nas bike. Divê ji bo me amadekariyên qanûnî û destûra bingehîn bike.
Divê qada siyasetê bê vekirin ku kesên li dijî Tirkiyeyê çekan bikar tînin biçin siyasetê bikin.”
“Heta hina gav nehatine avêtin, zêhniyeta wan a çareseriyê nîne”
Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê da zanîn dewleta Tirk û desthilatê di vê mijarê de heta niha ti gav neavêtine û da zanîn ev rewş wiha bi pêş nakeve;
“Me gav avêt, şerê çekdarî bi dawî kir. Niha dora aliyê din e ku gavan biavêje.
Heta guhertinên qanûnî çênebin ma gerîla wê çawa ji çiya dakevin deştan û siyasetê bikin?
Lê xuyaye ku niyetek wan a cidî, zîhniyeteke wan a çareserî û siyasetê nîne.”
Besê Hozat: Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Besê Hozat diyar kir ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk bê çareserkirin û got,
“Divê nasnameya Kurdan bi destûra bingehîn bê naskirin û bê misogerkirin.
Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê pêk were ku karibe siyasetê bike û pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi rê ve bibe, bimeşîne.”
Besê Hozat: Pêvajo nexitimîye lê di rêya xwe de jî nameşe
Besê anî ziman ku divê destûr neyê dayîn ku desthilat vê pêvajoyê bike amûrekê û got,
“Lewma divê hemû beşên civakê, rêxistinên civakî yên sivîl, muxalefet bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkevin.
Di rewşa heyî de gaveke şênber nehatiye avêtin. Pêvajo nexitimîye lê di rêya xwe de jî nameşe.”



