Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff ragihand, têkildarî welatên ku di Peymana Brahîmî de ne, ew xwe ji bo daxuyaniyeke berfireh amade dikin.
Witkoff ku ji kanala CNBC re axivî eşkere kir piştî şerê Îran û Îsraîlê demeke nû destpêkiriye û got,
“Ji bo ev pevçûn veneguherin şerekî mezin pêşî lê hate girtin.
Hêviya me heye ku di navbera aliyan de peymaneke aştiyê ya berfireh pêk were. Di vê mijarê de em îşaretên xurt digirin. Li gorî nêrîna min Îran di vê mijarê de amade ye.”
Witkoff: Em ji gelek welatan li benda gavên normalbûnê ne
Witkoff diyar kir ew li herêmê ji gelek welatan li benda gavên normalbûnê ne û da zanîn di demeke nêzîk de ew ê derbarê welatên di vê peymana Brahîmî de ne, daxuyaniyek berfireh bidin.
Witkoff derheqê bernameya nukleer ya Îranê de jî hişyarî kir û anî ziman dewlemendkirina nukleer ji bo Amerîkayê xeta sor e.
Her wiha anî ziman ew mijara çek zêdekirinê jî qebûl nakin û diyar kir ev ne tenê Îranê wê hemû herêmê bixe nava bê aramiyê.



